Cejina “ 
Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Cangîlûm Çi Ye?

–1 deng
27
23 Çileya pêşîn 2017 Di beşa Serbest de Têngîz Siyabendî (540 nirx) pirsî

Cejina “ CANGÎLÛM ” jî sedan sal e ku di nav zarokên êzdîyan de bi dilgeşî û kêfxweşî tê derbas kirin(pîroz kirin). 

1 bersiv

+1 deng
23 Çileya pêşîn 2017 Têngîz Siyabendî (540 nirx) bersiv da
 
Bersiva herî baş

 

Cejina “ CANGÎLÛM ” jî sedan sal e ku di nav zarokên êzdîyan de bi dilgeşî û kêfxweşî tê derbas kirin(pîroz kirin). 

Cangîlûm bi vî awayî tê derbas kirin:

Li Ermenîstanê nav zarokên biçûk de edetek wisa heye, wexta rojê kifşkirî - ew demsala havînê û meha heziranê <pûşper>, de ye, zarokên biçûk - keç û kur ba hev tên, bona komê xwe bûk û zeva dijbirin.Pey çi jî kûçe-kûçe dikevin, derê her malê dixin û aha distirin : 

 

Bûka me çi bixweze?

Rûnê çêleka sor bixwaze 
Hêkê mirîşka sipî bixwaze 
Cangîlûm can can,can bûkê zêr can.

Paşê navê keçikê wê malê dipirsin û sitranek ser wî dibêjin.

– Ji Tiflîsê meqes wê bînin

Kincên “navê zarokê didin” wê çê kin 
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.

Mesele wan re hêk,rûn yan pere,yan jî tiştek başqe didin,dîsa pê stiranê razîbûna xwe tînin ziman:

Bijîn-bijîn her hebin 
Gul bin,geş bin,qewat bin 
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.

Kengê êpêce hirmûr berhev dikin,mala yekî/ê de kom dibin û xwe re kêfek xweş bi dilgeşî derbas dikin, dixwin, vedixwin û dilîzin.

"DOLÎDANG,,ev jî cejinek e û di nav êzdîyên Ermenîstanê de tê derbas kirin.Ev cejin hema xût mîna cejina “ Cangîlûm ”-ê .

 

 Nivîskar : Têngîz Siyabendî

...