Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Tosinê Reşîd kî ye? Tosine resid kiye?

0 deng
94
31 Befranbar 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,200 nirx) pirsî
Tosinê Reşîd kî ye? Tosine resid

1 bersiv

0 deng
31 Befranbar 2016 Hertişt (24,200 nirx) bersiv da
31 Befranbar 2016 Hertişt rastkir

Tosinê Reşîd di Sala 1941 ê de li gundê Kûrekendê (neha Fêrik), li Ermenistana Sovyetê, di malbateka Êzdî de ji dayik bûye. Bavê wî Reşîdê Ozman koçberê Qersê, dayika wî jî, Xezala Çolo koçberê Îdirê bû.

Li dibistana Ermendiyan xwendiye. Hetanî polê çaran li gûndê xwe, piştre jî li gûndê Ermeniyan xwendiye.

Tosinê Reşîd, sala 1959 ê li Enstîtuya Perwerdehiyê, Fakulteya Fizîk û Matematîkê dest bi xwendina xwe ya bilind kiriye. Sala 1975 ê bûye doktorê Kîmyayê. Salên dirêj di zankoya Êrîvanê de mamostetî kiriye. Di Enstîtuya zanyarîyê de karên lêkolînê kiriye. Çendek gotarên zanyarî di kovarên zanyarî de weşandine.

Sala 1963 yê li Gêorgiyê Xudo, Zurbê Emir û Titalê Efo re yekemîn Komeleya Kurdî li Yekîtiya Sovyetan damezirandine. Komele destpêkê nihênî paşê jî vekirî karê xwe meşandiye. Di nasandina pirsa Kurdan di nava Sovyetistanê de komeleyê dewreke giring leyistiye.

Gotara wî ya yekemîn di sala 1961 ê de, di Riya Tezeyê de hatiye weşandin, piştî sala 1970 yî gotarên wî derveyî Soveyetê jî hatine weşandin.

Piştî sala 1966 an bi Emerîkê Serdar ve paşê jî bi tena serê xwe, cêrgegotar bi navê Ensîklopediya Kurdî di Radyoya Yêrêvanê de belav kirin. Hejmara van gotaran zêdeyî 200 î bû.

Di sala 1957 an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Bi şêwira Emerîkê Serdar û Fêrîkê Ûsiv helbest û çîrokên wî di Radyoya Yêrevanê de hatine xwendin û di Rojnameya Riya Teze de hatine weşandin.

Yekemîn Dîwana wî di sala 1975 an de bi navê Kiilamê Rê hate çapkirin. Dîwana duyem bi navê Zozan di sala 1983 an de dîwana Sêyem jî bi navê Nîvro di sala 1987 an de li Yêrêvanê hate çapkirin.

Wî ji bo şanoya Kurdî ya li Tiblîsiyê du piyes nivîsîne; Xecê û Siyabend û Tîrê.
Xecê û Siyabend li Stokholmê (Roja nû) hatiye çapkirin.

Kurteçîrokên wî bi navê Şeva Bêxew di sala 2000 î de ji aliyê APEC ê ve li Stokholmê çap bûne.

JI bo 90 saliya jidayikbûna Qenatê Kurdî li gel Dr. Huseyin Hebeş pirtukeke gotar û bîranînan li ser Qenatê Kurdo amade kirine.

Pirtûka wî ya kurteçîrokan a bi navê Min Bêriya Şevên Sipî kiriye di sala 2005 an de li Stenbolê ji aliyê Avesta yê ve hatiye çapkirin. Romana wî ya dîrokî Mestûre, Serê Hêjayî Tac bû, heman salê li başûr xelata Weşanxaneya Arasê wergirt û hate çapkirin.

Tosinê Reşîd her wiha van salê dawî dîwaneka Şikoyê Hesen (avesta, Stenbol, Spîrêz, Duhok), Folklora Kurmanca ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal (Avesta) û kurteçîrokên Rizaliyê Reşîd (Berlîn) amade kiriye û daye çapkirinê .
Tosinê Reşîd zewicîye, Xanima wî Nûra Cewarî ye, Akademisyen û bisporê sazbendiya Kurdî ye. Keça wî ya mezin, Zozan jî, bisporê sazbendiya Kurdî ye. Keça wî ya biçûk Aza, lêkolînan li ser pirsa Kurdistan û peywendiyên navnetewî dike.

Tosinê Reşîd, ji sala 1993 an pêve li Ewistiryayê li bajarê Melbournê dijî.

Tosinê Reşîd her çend li Ermenistanê jiyabe û di dibistanê Ermeniyan de xwendibe û di nava civaka Ermendiyan de jiyabe jî, nivîsên xwe tevayî bi Kurdî nivîsîne.

...