Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Şehmus Özer kî ye? Şêxmûs Ozer kî ye?

+1 deng
27
21 Befranbar 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,260 nirx) pirsî
Şêxmûs Ozer, Şehmus Özer kî ye, kiye?

1 bersiv

0 deng
21 Befranbar 2016 Hertişt (24,260 nirx) bersiv da
21 Befranbar 2016 Hertişt rastkir
Şêxmûs Ozer 10.05.1980 yî li Erxanî hate dinê. Di sala 1998 ê de bi rengekî bispor dest bi leyistina gokê kir. Bi xwe di gelek tîmên gokê de leyist. Di 3 salên dawî de, di tîma Amedsport de kaptan bû.
Eve 2 roj bû agahî ji Şêxmûs Ozer ne dihate girtin. Iro (21.12.2016) di rêka ku Meletî û Elezîzê bi hevve girê dide, rêka Gözeli-Sivrice kilometra 25 an de bi terembêla xwe ya wergeriyayî hate dîtin. Şêxmûs Ozer di keviya rêkê de bi navgihîna xwe di kendalê re wergeriyaye û koça dawî kiriye.
Piştî vekolînê hate ragihandin, piştî wergera terembêlê, ji ber rojek bi ser ve çûye, Şêxmûs ji sermayê qerisiye û can daye.
Tîma gokê Amedspor wekî tîma Kurdistanê li bajarên tirkiyê li himber tîmên tirkan têdikoşî. Şêxmûs Ozer jî serkirdeyê vê tîmê bû.
Mirina Şêxmûs Ozer ji bo gelê Kurd bû cihê şînê.
...