Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Ciwanmerd Kulek kî ye? Kiye?

+1 deng
16
10 Befranbar 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Ciwanmerd Kulek kî ye? Kiye? Ki ye?

1 bersiv

0 deng
10 Befranbar 2016 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Ciwanmerd Kulek an jî Yunus Eroğlu wergêr û nivîskarekî ciwan ê kurd e ku di sala 1984an de li gundê Dêrîşê yê qezaya Stewra Mêrdînê hatiye ser dinyayê. Wî di sala 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse û heta niha (2014) çar pirtûk nivîsandine û çend kitêbên ji sê zimanên cuda wergerandine bo zimanê kurdî. Ji bilî zimanê xwe ew bi îngilîzî, spanî û tirkî jî dizane.

Ciwanmerd Kulek ji 2014an û vir ve li Stembolê dimîne.

Pirtukên wî;

Nameyek ji Xwedê re, 2007
Otobês, 2010
Zarokên ber çêm, 2012
Defterên pirridankan, 2014.

Wergerên wî;

Hetîketî, J.M. Coetzee
Li ber sikratê, William Faulkner
Çîrokên dublîniyan, James Joyce
Serencama mirinekê, Gabriel García Márquez
Keleha Spî, Orhan Pamuk.
...