Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Omer Dilsoz kî ye? Kiye?

0 deng
30
8 Befranbar 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,160 nirx) pirsî
29 Pûşper Hertişt rastkir

Omer Dilsoz kî ye? Kiye?
Berhemên wî

1 bersiv

0 deng
29 Pûşper Hertişt (24,160 nirx) bersiv da
29 Pûşper Hertişt rastkir

Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hate dinê. Di 23 saliya xwe de romana xwe ya yekemîn Hêviyên Birîndar weşand û pê re salên pêş Bêhna Axê, Neynika Dilî, Berbiska Zer, Evrazên Çiyan, dîwana Bila Gotineke Min û Te jî Hebe nivîsandin. Ligel karê nivîskariyê rojnamegeriyê dike û li bakurê Kurdistanê dijî.

Herweha di gelek kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Çirûsk, Peyv, Nûbûn, her wiha rojnameya Azadiya Welat û Tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com, www.rewanbej.com de nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.

Berhem

  • Hêviyên Birîndar, Roman, 2003, Weşanên Aram
  • Bêhna Axê, Roman, 2005, 207 rûpel, Weşanên Berçem
  • Bila Gotineke MinûTe jî Hebe, Helbest, 80 rûpel, 2007, Weşanên Berçem
  • Neynika Dilî, Roman, 2007, 250 rûpel, Weşanên Aram
  • Berbiska Zer, Roman, 2012, 257 rûpel, Weşanên Avesta
  • Hevrazên Çiyan, Roman, 2014 224 rûpel, Weşanê J&J
  • Ez û Em, Roman, 2015. Weşanên J&J
...