Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Doktor Hoşyar Ismail kî ye? Kiye?

0 deng
18
23 Sermawêz 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,260 nirx) pirsî
Doktor Hoşyar Ismail kî ye. Ki ye?
Doktor, hoşyar

2 Bersiv

0 deng
27 Sermawêz 2016 Hertişt (24,260 nirx) bersiv da
27 Sermawêz 2016 Hertişt rastkir
Serokê Yekîtiya Zanyarên Hewlêrê yê YKGIRTU bû. Yek ji wan kesê damezrêner yê Partiya Yekgirtu ya Îslamî bû. Di heman demê de meleyê mizgefta Omer Bindiyanî bû.
22 yê mijdara 2016 ê di mala xwe ya li Kolana Şadî de ji aliyê kesekî ve bo derve hate bangkirin, piştî derkete derve gule li ser hatine reşandin û Mele Hoşyar Ismail birîndar bû. Piştî bo nexweşxanê hate veguhestin jiyana xwe jidest da.
Kuştina Doktor Hoşyar Ismail ji aliyê hemî partiyên siyasî yên Kurdistanê ve hate şermezarkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî telefonî Sekreterê Giştî yê YEKGIRTU Selahaddin Bahadîn kir û sersaxî ya xwe rave kir.
Barzanî diyar kir ku ev êrîşa kuştinê ne dijî doktor hoşyar û YEKGIRTU tenê, di heman demê de li himber Serokatiya Kurdistanê hatiye kirinê.
0 deng
27 Sermawêz 2016 Hertişt (24,260 nirx) bersiv da
Îro (27.11.2016 ) asayişa Hewlêrê ragihand ku kujerên dr. Hoşyar Ismail hatine desteserkirin.
Sedemên kujeriyê hîna aşkere nebûye.
...