Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Sînema Emûdê çi ye?

+2 deng
43
29 Adar 2015 Di beşa Dîrok de Hertişt (24,380 nirx) pirsî
Sînema Emûdê

1 bersiv

0 deng
29 Adar 2015 Agirî Soran (5,420 nirx) bersiv da
13 ê Sermawêza 1960 î. Li Emûdê Sînema vedibe. Serdemeke ku heya gelik mirovan ji Sînemê  û navê sînemê tune. Zarok û ciwan, her çend hindekan jê bihîstibe jî piraniya wan ne dizanîn bê Sînema çiye?
Wê sibê li dibistana Emûdê biryara çûyîna Sînemê ji hemî xwendevanan re hatibû ragihadin. Herkes divê biçê. Biryar hatibû girtin. Hatiniyên Sînemê û dirafên bêne komkirin jî -Ji bo şerê Cezayirê yê azadiyê- bû ku dijî Fransiza dihate meşandin.
Zarokên temenê wan di navbera 8 hetanî 14 salî de nêzîkî 500 zarokî çûne Sînemê.
Sînemeya nû ava bûyî li gorî sînemê wekî kozikê an jî gorekê teng û tarî çêkirî bû. Cihê 150 kesî têde hebû lê belê 500 zarok têde berhev bû. Bi zorê û kotekî di jura Sînemê de bi cih bûn. Piraniya wan navê Sînemê nû bihîstibûn. Lê filmê dihate weşandin jî heman wekî encamê Sînemê bû. Filmê bi navê - Tawanbarkirina Nîvê şevê - heman wekî kabusekê bû. Ji ber film qîr û qajêniya zaroka bi ser bajêr diket. Hîna film di leyize teqînek ji aliyê mitora Sînemê tê û agir digre dika Sînemê. Gurên agir yekser xwe gihandine arîgê. Ji xwe sîneme ji texta pêk dihat. Agir zû zû xwe gihande çardorê Sînemê. Di wî cihê teng de ku bi qasî 130 metre firehî bû 500 zarok kom bûbû. Ne ji revê re, ne ji çareyeka dîtir re derfet hebû. Ji derveve jî her çend arîkarî hatibe kirin jî 283 zarok bi cendekên xwe ve di bin agir û gura Sînemê de man. Ji sala 1960 î ve cendekê her zarokekî Kurd yê Sînema Emûdê bûye jan li ser dilê Kurdan û bi laşên nenaskirî ve hetanî hebûna Kurdan hebe dê dirûşmên tolhildanê di mêjiyê Kurdan de bavêjin.
...