Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Kurdên Qazaxistanê

0 deng
39
26 Pûşper 2016 Di beşa Wêje de Hertişt (24,430 nirx) pirsî
Kurdên Qazakistanê û kurdolojiya Qazaxistanê

1 bersiv

0 deng
26 Pûşper 2016 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da

Pişti hevberdana Sovêtê li ser çand û jiyana kurdan û li ser mafên kurdan nav Yekîtiya Sovêtan de herî zede xebaten kurdî, em dikarin bibêjin ku kurdên Qazaxistanê kirin. Çend pirtûkên ku li ser kurdan hatiye nivisandin: “Ênsîklopediya Kurd a Bicûk”- K. Mîrzoyev,2001, rusî-îngîlîzî
“Em Kurdên Qazaxistanê”- N. Nadirov, 2003, rûsî
“Kurdên Qazaxistanê” -Ezizê Ziyo Badirxan, 1995, rûsî-kurdî
“Qedera Diroka ya Wejaya a Kurdan”- K. Mîrzoyev,1996, rûsî 
“Kurdistana Sor”- Ezizê Ziyo Badirxan, 2009, rûsî
“ Kurdên KDS”- M. Mamedov, 2000, rûsî
“ Dengê Rastiye” Salihe Heso Syadi, 2001, (helbest û çîrok) , kurdî
“ Xwarinên Kurdan Yên Gelerî”- X.A, Nadirova,1994, rûsî
“Jiyan Di Riya Welatparêziyêda”- Hejarê Şamil, 2007, kurdî
“Dilê Min”- H.Hecîsîleman, 1995, rûsî
“Hesratê Welat” -H.Hecîsîleman, 1996, rûsî
“Dilbera Min” Bariyê Bala, 2008, kurdî
“ Dayik” - Bariyê Bala,2009, kurdî
“Kulîlkên Neçilmisî”,- Bariye Bala, 2011, kurdî
“ Deh Bûyer”- Bariyê Bala,2012, kurdî
 

Dîsa ji bo zarokên kurdan pirtûkên dibistanan wek du beşa hatiye amade kirin, beşa yekem ji bo polên “2-5”an û beşa duyem ji bo polên “6-9”an ji aliye Knyazê Mîrzoyev û bi redaksîyona Nizamettin Akkurt vê hatiye çap kirin. Dîsa gelek klasîken Qazaxan di rojnamê û kovaran de hatiye wergerandin. Kovara “Nûbar”ê de ser zanîsta kurdolojiye gelek nivîs hatiye nivisandin. Rojnameya “ Jiyana Kurd” û Kovara “Nûbar”ê Kurdên ku li Qazaxistanê de dijîn dora 150.000 e û piraniya wana bajarên nezikê hev dijîn ji ber wî tekîliya xwe baş in. Sedema vê yekê jî ew e ku tevahiya kurdên Asyayê Navîn ango kurdên li Kazakistan, Ozbekistan, Qirgizîstan û Rûsyayê zaravaya kurmancî dipeyvin.

Rojnameya “Jiyana Kurd” Rojnameya Jiyana Kurd di sala 1991ê de bi navê “Kurdistan” dest bi weşana xwe dike û heta 2004an bi heman navî deng û behsên ji çar hêlên welat pêşkêşî dêhn û bala xwendevanên xwe dike. Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman, Mihemedê Misto, Bariyê Bala û çend rewşenbîrên din ên Qazakistanê, di sala 2004an de li hev dicivin û navê rojnamê dikin Jiyana Kurd. Sedemê guhertinê nav Tirkiye yê. Çûnkî Tirkiye ji Qazaxistanê de dîxwezî ku ew rojnameyê were girtin. Qazaxîstan jî nexwezî ku navbera xwe xîreb bîke û piştî ser wan meselan nivîskarên rojnameya Kurdistan dicivîn û navê wî diguherin. Jiyana Kurd mehê du caran xwendevanên xwe re dibêje “merheba” û behsa jiyana kurdên li çar parçeyên welat, Rûsya û Qefqasan dike. Rustem Biroyî (1991-1993), Mihemedê Misto (1994-1998) redaktorî û berpirsiyariya giştî ya rojnameyê hildane ser milên xwe. Herçî Hesenê Hecîsilêman e, ji sala 1998an heta roja îro her tiştê rojnameyê ye. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev xortê 60 salî bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike. Tîraja Jiyana Kurd 2500 e, lê Jiyana Kurd 4 rûpel e., Jiyana Kurd bi 20 Tenge tê firotin. Her du berhem jî bi piranî belaş têne belavkirin. Dewlet destûra weşana kurdî dide, lê alîkariya aborî nake. Lewma jî Kinyazê Îbrahîm û Hesenê Hecîsilêman malavahiya karsazên kurd dikin û dibêjin ku ew ji bo alîkariyê texsîr nakin.

Kovara “Nûbar”ê Kovar di sala 1992an de bi navê “Kurd” derdikeve. Salek paşê ango di sala 1993an de redaksiyon li hev dicive û navê kovarê dike Nûbar. Vê carê sedema vê yekê ne siyasî ye, lê çandî ye. Ji ber ku kovar çandî, edebî û hunerî ye, navê Nûbar baştir tê dîtin. Ji 1992an heta niha berpirsiyarê sereke yê kovarê Kinyazê Îbrahîm e. Ew ji bilî vî karî, li zanîngeheke Almatêye profesor e û serokatiya kurdên Qazakistanê jî dike. Di Nûbarê de bêyî ku em dest bidinê, kunye bi vî awayî hatiye rêzkirin: -Redaktorê Sereke: Kinyazê Îbrahîm, -Koma Redaksiyonê: Oljas Sulemenov, Murad Auezov, Safar Abdullo, Kuznetsov E.A., -Eskere Boyik, Hesene Evdoye Eli, Hejmedîne Ehmed, Sewqi Dursunov, Ezîze Ziyo Bedirxan, Bariye Bala. - Edîtor: Hejarê Şamil. -Redaksiyon û Rêzkirina Nivîsan: Hesenê Hecîsilêman, Marîna Stukalîna. Naveroka Nûbarê em dikarin bibêjin ku gelek berfireh e. Dîsa em dibînin ku gelek hejmarên kovarê de rûpelên dawî de peyven kurdi hem zimanê rûsî de hem jî zimanê qazaxî de wek ferhengok cih girtiye. Tîraja kovara Nûbar 1.000 e. Nûbar 96 rûpel e û bi 200 Tengeyî tê firotin lê belê piraniya wî bi beleş tê belavkirin. Çend navên ku heta niha wek nivîskar-helbestvan-lêkolîner di her du weşanan de nivîsîne ev in: Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Eskerê Boyik, Mihemedê Misto, Hesenê Hecîsilêman, Salihê Seyadî, Gulnaz Qasimova, Bariyê Bala, Hejarê Şamil, Huseyinê Hemîd, Rustem Biroyî, Ferîdûnê Lele, Hesenê Evdo, Mihemedê Silêman, Mecîdê Silêman, Dûrsûnê Têmir, Ûsivê Feqî Evdile. Nûbar û Jiyana Kurd, herêmên wekî Almatê, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên û Cambûlê jî di nav de, hema bibêje li tevahiya komara Qazakistan û Qirqizîstanê cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji wan jî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.

...