Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Laşkelêşî çi ye?

0 deng
24
10 Gulan 2016 Di beşa Tendirustî de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Gelek sedemên vê kirariyê hene lê yên sereke çi ne?
Ev kirarî li ku derê ji aliyê kê ve tê kirin?
Ji bo kirina vê kirariyê kîjan destûr pêwîst in?
Ev kirarî alîkariya kîjan zanist an jî pîşeyan dike?

1 bersiv

0 deng
11 Gulan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
14 Gulan 2016 Hevzayendbaz rastkir
 
Bersiva herî baş
Laşkelêşî; kirariya vekolana bijîşkî ku ji bo selimandina sedama mirina termekî ji hêla kesên pispor ve tê kirin e.
Laşkelêşî bi giştî li ser daxwaza malbatê bi sedema dana destûra nivîskî ve tê kirin. Di bûyerên dadwerî de laşkelêşî li ser daxwaza dozger tê kirin û destûra malbatê pêwîst nake. Bi giştî ji hêla dozgerê komarê ve di encama mirinek bi guman de pêşiyê kirariya pişkînana (venêran) kuştî/mirî tê kirin.Kirariya venêrana mirî/kuştî  di tevberiya şopana dadwerî de pêk tê û ev bitenê venêrana derveyî mirî ye.Heger ku şopana dadwerî di encama kirariya venêrana mirî de sedema misoger a mirinê nede zanîn, dozgerê komarê  ji bo selimandina sedema misoger a mirinê, term bi daxwaza kirariya laşkelêşiya birêkûpêk dişîne Saziya Bijîşkîtiya Dadwerî (SBD/ATK).
...