Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Li cîhanê çend zerya hene?

0 deng
28
10 Gulan 2016 Di beşa Xweza de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Zerya çi ye?
Çend zerya hene?
Ya herî mezin kîjan e?
Navên zeryayan çi ne?
Cihên van zeryayan li ku derê ye?

1 bersiv

0 deng
10 Gulan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
 
Bersiva herî baş
Zerya; gumlata avê ya fireh ku parzemînan ji hev vediqetîne ye. Li ser rûyê cîhanê 5 zerya hene.

ZERYAYA MEZIN(PASÎFÎK): Ev mezintirîn zeryaya cîhanê ye. Di navbera parzemînên Amerîka û Asyayê de ye.Rûbera wê 179.7 milyon kîlometirçarçik e.Kûrtirîn cihê wê, bi 11.034 metir ve "Çala Marîanayê" ye. Di heman demê de ev der kûrtirîn xala cîhanê ye. 90% ji erdhejên (hejek) cîhanê li vira pêk tên.
ZERYAYA ATLANTÎK: Parzemînên Efrîqa û Ewropayê ji parzemîna Amerîkayê vediqetîne.  Rûbera vê zeryayê 106.2 kîlometirçarçik e. Kûrtirîn cihê wê "Çala Porto Rîkoyê" ye.
ZERYAYA HINDÊ: Li bakur ji parzemîna Asyayê, li rojava ji parzemîna Efrîqayê û nîvgirava Erebistanê, li rojhilat ji parzemîna Avustralyayê û nîvgirava Malezyayê ve hatiye dorpêçkirin. Rûbera wê 73.566 kîlometirçarçik e.Di vê zeryayê de deryaya Sor,deryaya Umanê, kendava Bengalê, tengava Hurmizê,deryaya Andamanê û kendava Adenê cih digire.
ZERYAYA BAŞÛRÎ: Ev zerya di sala 2000 da hate pênasekirin.Çaremîn mezintirîn zeryaya cîhanê ye.Ev zerya parzemîna Antartîkayê dorpêç dike.
ZERYAYA BAKURÎ: Li jora parzemînên Amerîkaya Bakur, Asya û Ewropayê ku cemsera Bakurî werdigire hundirê xwe  lewra bi qeşayan ve rapêçandiye. Ji hêla Rêxistina Avnasiyê ya Navneteweyî wekî zerya tê qebûlkirin.Rûbera wê 14.090.000 kîlometirçarçik e.Kûrtirîn cihê wê 5.449 metir e.
10 Gulan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) şirove kir
Nîşe: Zerya ji parzemînan ciwantir an go parzemîn ji zeryayan pîrtir in.
...