Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çeka komelkuj çi ye?

0 deng
18
5 Gulan 2016 Di beşa Şer de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Mîna serdemên borî mirov hêj jî şer dikin.Lê bi pêşketina pîşesaziya çekê ve mirov an jî artêş dikarin bi awayekî hêsantir bêhtir mirovan bikujin. Ev çekên pêşketî îro jî bi awayekî çalak têne bikaranîn.
Cara pêşîn kê ev çek dahênand?
Di kîjan şeran de hate bikaranîn?
Îro kîjan welat hildiberînin?
Kargîniya cureyên çekên komelkuj çi ne?
...

1 bersiv

0 deng
8 Gulan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
8 Gulan 2016 Hevzayendbaz rastkir
 
Bersiva herî baş
Çeka komelkuj(bi kurtî:ÇK); navê çeka ku dikare bibe sedema komkujiyan e. Bi giştî çekên nukleerî, kîmyewî û zîndewernasiyî (bîyolojîk) bi vî navî tên bîranîn. Beriya niha jî dewleta Îraqê, Tirkiyê, Îranê ji bo nîjadkujiyên li ser kurdan çekên komelkuj li gelek deverên Kurdistanê bikar anîtin. Wekî mînak: Serdeşt, Zîlan, Mewkê, Ararat, Helebce, Sergelî û Bergelî,Dêrsim, Germiyan...
...