Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Modan - Motkan - Mutkî kudere?

+1 deng
16
6 Gulan 2016 Di beşa Şûn û War de Hertişt (24,380 nirx) pirsî
Modan,
Motkan,
Mutki

1 bersiv

0 deng
6 Gulan 2016 Hertişt (24,380 nirx) bersiv da
Modan/Motkan navçeya Bedlîsê (Bilîs) ye û bi gelek taybetîyên xwe awarte ye. Ne tenê ji bo Bedlîsê, ji bo seranserê Kurdistanê navçeyeke awarte ye. Biraderekanê me yê Kirmanc/Dimilî/Zaza jê re dibêjin Modan, Kurmanc dibêjin Motkan/Modkan û navê fermî yê bi Tirkî jî Mutki ye.

Motkan li bindestê Çîyayê Axirgêrê ava bûye, Newala Xartîkoxê ya ku ji Serê Darê dest pê dike di pêşîya Motkan re derbas dibe, Çemê Pirûtukê jî di vê newalê re di ber Motkan re diherike. 15 gund û 56 mezreyên Dimilîyan li vir hene û bi Dimilî ji vê derê re dibêjin Modan. 3 gund Bûbî ne, 3 gund Mamûd in, 4 gund ji Mala Welo ne, gundek ji Mala Îso ye, gundek Keybûrî ye, 3 gund jî Cindo ne. Li devera ku sînorê Bedlîsê diqede û yê Motkan dest pê dike du gundên Motkan Pirûtuk û Muzuk hene. Piştî Muzukê li hêla çemê Pirûtukê ya rastê Kevirê Teyrê heye, rê di orta kevir re derbas bûye û kevir bûye du perçe. Li serdestê vê deverê, di nabêna Nîzên û Horsing de Çîyayê Hêla Horsingê bilind dibe. Nîzên anuha bûye taxeke Motkan (Yenimahalle).

Navenda Motkan berê li Rabatê (Çevreli, anuha mezreya Taxîsorê ye) bûye, paşê Xûr (Aydınlar, anuha mezreya Batilmisê ye) bûye navend. Li devera ku anuha bûye navenda Motkan sê gund hebûne: Nîzên, Mirîtax û Abûtax. Anuha her sê gund jî bûne taxên Motkan, ji xwe çar taxên Motkan hene, taxa ku nuh ava bûye Qonûtan (Yenibağ) e.


Abdurrahman Onen
...