Şaxeke zanistê ya bandorên dermanan ên di organîzmaya zindî (ajala taqiyê û mirov) û şêweya dermanên ku dikeve organîzmaya zindî vedikole ye.
Şêweya zîndewernasiyî û bandorên daringên ji riweka ve hatiye cudakirin an nû hatiye vedîtin, di vekolanên bi xebatên ezmûngehê li ser ajala ,bi lêkolanên klînîkê li ser mirova zanisteke bijîşkîtî û dermangeriyê ya tevkariyê dide xebatên pêşxistina dermana ye.
Ji kesê ku di warê zanista dermannasiyê de bûye pispor re " dermannas" tê gotin.
Wergera ev peyva kurdî bi îngîlîzî ku wî jî ji yewnanî standiye "pharmacology" ye.
Ev zanist ji zanistên mîna zîndewernasî, jehrnasî,şanenasî û hêj gelek zanistên dîke alîkariyê distîne.
Hin ji bineşaxên zanista dermannasiyê ev in:
-Demedermannasî
-Derûnedermannasî
-Tûredermannasî
...