Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Felsefevanê/a pêşîn ê/a cîhanê kî ye? Felsefeya wî/ê çi ye ?

0 deng
46
23 Nîsan 2016 Di beşa Felsefe de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Heta niha ji bo ku mirov hawîrdora xwe, gelê xwe, jiyana xwe, rojgerka xwe fêhm bike, hiziriye.Yên ku di vî karî de biser ketine bûne felsefevan. Ramanên van kesan ji bo mirovahiyê rê û rêbazên nû afirandine, ji bo mirovan bûne rêber. Di hin serdeman de jî ev bandora ramanan gelekî mezin bûye û erdnîgariyên mezin xistiye bin serweriya xwe.
Pêşengê/a ev ramanên bi bandor û rêber kî ye? Ramanên wî/ê çi ne?

1 bersiv

0 deng
25 Nîsan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
 
Bersiva herî baş
Felsefevanê pêşîn ê cîhanê Zerdeşt e.Li bajarê Wirmê (Ormiyê) wekî zarokê dêbavên kurd ji dayik bûye.Navê diya wî bi kurdiya îro tê wateya "Berîvan". Li gor gotinan dema Zerdeşt ji dayik bûye negiriya ye, berevajî vê yekê keniya ye.Zanayên olê yên wê demê ku ev yek bihîstine, tirsiyane ku dema ev zarok mezin bibe desthilata wan ya di navbera gel de hilweşîne.Lê çi kirine jî nekarîne Zerdeşt bikujin.Piştî ku mezin bûye hertim kesên xizan civandiye mala xwe wan têr kiriye û rastiyên xwe ji wan re vegotiye.Felsefeya xwe li ser eyarê xezala nivîsiye.Ji tevahiya van nivîsaran re "Zend Avesta" tê gotin.Wî felsefeya xwe li ser dijraberiya ava kiriye.Li gorî wî hemû tişt bi dijraberên xwe hene, bi dijraberên xwe têne fêhmkirin.Wekî mînak; tarî-ronî, baş-bed, dewlemend-xizan. Piştî demekê ramanên wî gelek kurd, ecem,part, azer (ne tirkên Azerbaycanê)... xistiye bin bandora xwe.Piştî mirina wî ramanên wî ji aliyê alîgirên wî ve hatine parastin.Gelek felsefevanên piştî wî hatine (kurd, ecem, yewnan...) ji ramanên wî bandor girtine...
...