Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Cudahiyên rayên xwînber û xwînhêner çi ne?

0 deng
31
22 Nîsan 2016 Di beşa Tendirustî de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Di laşê jîndara de gelek ra hene.Hin ji van rayan xwîna paqij (alveoler) hin jî xwîna qirêjî (venoz) hildigirin.Cudahiyên van rayan ji hev çi ne? Peywir û kargîniya van rayan çi ye?

2 Bersiv

0 deng
23 Nîsan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
12 Gulan 2016 Hevzayendbaz rastkir
 
Bersiva herî baş
Du cureyên serekê yên rayên jîndaran hene.
Ji rayên ku xwîna paqij hildigirin re xwînber, ji rayên ku xwîna qirêjî hildigirin re xwînhêner tê gotin.Ji ber ku hin peywirên wan jev cuda ne, ji aliyên kargînî û şêweyê ve jî cudahiyên wan hene.

XWÎNBER
-Bi giştî xwîna paqij(ji aliyê xurek û oksîjenê ve dewlemend) hildigirin.
-Xwînê ji navendê (dil) ber bi hawîrdorê ve dibe.
-Her ku ji navendê ber bi hawîrdarê ve diçe teng dibe.
-Mezintirîn xwînber; xwînbera sereke(şahra) ye.
-Dîwarê wê ji yê xwînhênerê stûrtir e.
-Vezenîtiya wê ji ya xwînhênerê bêhtir e.
-Ji çerm dûr, di bin tevînên kûr de ye.
...

XWÎNHÊNER
-Bi xwîna qirêjî (ji aliyê xurek û oksîjenê ve xizan) hildigire.
-Xwînê ji hawîrdorê ber bi navendê(dil) ve dişîne.
-Her ku ji hawîrdorê ber bi navendê ve diçe fireh dibe.
-Mezintirîn xwînhêner; xwînhênera sereke ya jêrîn û xwînhênera sereke ya jorîn in.
-Dîwarê wê ji yê xwînberê ziravtir e.
-Taybetmendiya wê ya vezenîtiyê hindik e.
-Nêzî çerm e û li hin cihan ji ser çerm ve xuya dike.
...
0 deng
24 Nîsan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
24 Nîsan 2016 Hevzayendbaz rastkir
NÎŞE: Di laşê mirovê de bitenê xwînhênerên pişikê û xwînberên pişikê berevajî rayên din xwînê hildigirin.
Xwînbera pişikê xwîna qirêjî, xwînhênera pişikê xwîna paqij hildigire.
...