Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çiyayê Dalamper kudere?

0 deng
58
8 Nîsan 2016 Di beşa Şûn û War de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Çiyayê Dalamper kudere?
Dalamper

1 bersiv

0 deng
8 Nîsan 2016 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Abdurrahman Onen

Çîyayê Delamper: Peymana Sêsînor û Dilê Kurdîstanê.

Çîyayê Delamper (3500 m), li başûrê rojhilatê Şemzînan, di sêkoşeya bakur, başûr û rojhilatê Kurdîstanê de dimîne. Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat, di tîrmeha sala 1944an de, Peymana Sêsînor li ser Delamperê çêkiribûn ku li dij her sê dewletên dagirker pev re şer bikin. Ji Bakur Qazî Mele Wehab, ji Başûr Şêx Evdilayê Zînoyê û ji Rojhilat endamê Jê-Kafê Qasimê Qedrî tev li vê civînê bûbûn.

Berfa li ser vî çîyayî qet bi dawî nayê, di her donzdeh mehan de berf li vir heye, di mehên zivistanê de bilindahîya berfê digîhêje deh metreyan; seranserê zivistanê bi ba, bager û pûkê re derbas dibe. Gelê vê herêmê Derbenda Delamperê wek îstasyona meteorolojî bi kar tîne; hek ev derbend tije mij bûbe, fahm dikin ku bager ê hebe, hek mij tunebe, wê gavê pezê xwe derdixin çêrê û li karê xwe dinêrin.

Di mehên havînê de zozanên vî çîyayî pir şên dibin, ji Şemzînan, Mîrgewer, Derbenda Gewrîye û gundên Başûr gelek zozanvan û kesên din tên ser vî çîyayî; Kurdên her sê perçeyên Kurdîstanê li vir tên digîhêjin ser hev û sînorên dagirkeran binpê dikin. Ev der ji bo Kurdên her sê perçeyên Kurdîstanê dibe wek navendeke bazirganîyê, karwan li vir bîhna xwe fireh dikin. Têkilîyên aborî, çandî û xwezayî pêk tên, keç û xort hev dibînin, keç tên xwestin û heta dawet jî çêdibin. Gava bayên wek babîsokan tên û tozê bi hewa dixin, tê fahmkirin ku payîz hatiye, piştî ku payîzxêr dibare û bîhna axê bi hewa dikeve, zozanvanên Delamperê dest bi vegera gundên xwe dikin.

Mijên ku ji ser Ûrmîyê bilind dibin wek xelekekê Delamperê dorpêç dikin, her derê Delamperê di nav ewran de dimîne, pişt re jî bi baran û berfê re zivistan dest pê dike. Ji ser Çîyayê Delamperê Şemzînan, Çarçela, Cîlo, Helgurd, Kelaşîn, Evdalkovî, Şekîf, Bazesîne, gol û bajarê Ûrmîyê tên dîtin. Her wisa goleke pir xweşik li ber sînga Çîyayê Dalmper, li aliyê Rojhelat heye.

Têbinî: Ji bo agahî û fotografan gelek spas ji Sileman Keleshi, Fehim Işıkû gelek hevalên din re
8 Nîsan 2016 Agirî Soran (5,440 nirx) şirove kir

Dest xweş... 
Wekî dîtir jî Artêşa Iskenderê Mezin di berfa Dalamper de şikiyaye û di wan rêzêçiya de nêzîkî 10 hezar leşker ji seqem û bagerê de mirine.
Gelek Kurdên kasib yên qaçaxiyê dikin jî gelek cara ketine dawa bahoza berfê de û jiyana xwe ji de
st dane. 
Hetanî sala 1997 ê jî her sal carina du carinan hetani 5-6 gerillayên Kurd diketine xefka bagera Dalamper û jiyana xwe jidest didan. Ew çiyayê şakara xwezayê, sehrawî û ciwan ji nişka ve bi dorbêça ewran ve werdiçerixe û dibe keftar, dibe melkemot û hemî zindiyê li ser xwe di bin berfê de dihêle. Cemed û sermaya wê yekser rêvingan ji hêz dixîne û xewa wan tîne. Ewên bêne xapandin û di dema meşê de bikevin xewê ji serma diqerisin û termên wan jî hetani beharê an ku meha hezîranê jî nayêne dîtin. 
Dalamper navenda hemî rezeçiyayên Kurdistanê ye. Baskekî wê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve bi xêra çiyayê şehîdan, zozanê geverê, çiyayê Morê, Kelareşê berbi Mako, Hetani bi derya reş dirêj dibe. 
Baskê dîtir di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ve bi rêka, Çiyayên Xakurkê, Çiyayê Karker, Evdalkovî, Mîros, Avaşîn, Di ber çiyayê govendê ve, berbi Metîna, Heftanîne, berbi Cûdî ve ji wira di nava bakur re hetani bi Amanosa jî diçe.
Baskê sêyem di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistan ve bi rêka Xinêre ve dirêj dibe, ber bi Qendîlê ve diçe hetani bi nav kurayiyên Xorosanê jî direj dibe. 
Li gorî van rêzeçiyayên bilind û bi heybet diyarê welatê Kurdan jî wisan hatiye parçekirin. Lê belê derveyî Kurdan hetanî neha kesekî nekariye desthilata xwe li ser van çiyan çêbike. Van rezeçiyayên Zagrosan ku navser û naverasta wê ji Dalamper pêk tê nehiştine Kurd parçe bibin. 

Min xwest van xalan jî tevlî bikim. Ya rastî pirtukeke qerase li ser dalamper dikare bête nivîsîn. 

 

Mamoste mixabin rastî agahiyên nivîskî nehatime bawerim biyaniyan li ser Dalamper nivîsîne lê hîna neketine destê min. Wekî dîtir jî gelek deverên ez dibêjim nivîskî tunene, Min her li wan deveran dinivîsî lê nivîs tev winda bûne. Eger rojekê derfet çêbû dibe ku binivîsim. Gelek dever ji xwe pir belgeyên wê tunene. 
Çiyayê Şehîdan, cîranê Dalamper û li ser serê Şemzînanê çîroka wî çiyayî bi serê xwe destaneke. Çiya pîroz tête dîtin li gorî çîrok û gotinên herêmê di şerê dema Îslamê de (Dibe ku dema îslam nû belav dibû jî be) 40 kes li wira şehîd bûne. Ji ber wêya jî navê wî çiyayî bûye çiyayê şehîdan. Hetanî neha jî wekî mizgefteke çêker li serê çiyê heye. Heciyekî Kurd 50 salî li serê çiyayê şehîdan jiyan kir. Lênivîsek bo mêvanan an jî bo serlêderan hebû li serê wî çiyayî. Her kesê dihate serê çiyayê şehîdan li wê defterê dinivîsî. Di wê defterê de nivîsên wan leşkeran hebûn yên di sala 1984 ê de piştî şerê şemzînanê derketibûn wira. 
Ji hemî bajarên Tirkiyê, Bajarên îranê û gelek deverên Kurdistanê kesên bawermend dihatin çiyayê şehîdan û kêlkên kevira li berpalên çiyê çêdikirin. Hîna jî dewr û berê çiyayê şehîdan kêlikên keviran li ser hev hene. 
Di heman demê de hema li berpal an jî quntara çiyayê Şehîdan goleka avê heye. wekî gelek çiyayên Kurdistanê av nêzîkî navsera çiyê kom bûye. Ava berfêye lê gelek paqije. 

Çîroka Çiyayê Şehîdan duvdirêje rastî lêkolîneka berfirehtir jî li ser divê. Lê ev deverên min qala wan kirî yek bi yek min bi xwe dîtine. Piştî sala 1995 ê Heciyê Şehîdan hew çû serê çiyê. 50 salî li wira bi xurmeyan jiyan kiribû. zivisktana dadiket behara diçû wira dîsan. Lê ji ber şer û tevgerên artêşa tirk Hecî êdî hew hat û mizgeft jî ma bêxwedî. 


Ji xwe Navê Dalamper jî, û navê gund û deverên dewrûber jî bawerim ji dema Îskender tên. Gundek ji wan gundên Şemzînan navê wê Helena ye. Gelik navên Yewnanî yê gundan hene.

...