Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Felsefe çiye?

0 deng
602
29 Adar 2015 Di beşa Felsefe de Hertişt (24,500 nirx) pirsî

5 Bersiv

+2 deng
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
29 Adar 2015 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş
Felsefe, bi riya pirs û pirsiyarkirinê û bi rê û rêbazên aqlî, lêgerîna rastiyê û hewldana têgihiştina yên nenasbar e. Beyî ku serî li tu desthilatdariyan bide û sitûyê xwe xwar bike, li dijî wajbariyên qalibgirtî sehildana mirovî ye. Rêwîtiyeke bêdawî û lêgerîna wateya jiyanê ye.

Ali Gurdilî
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
‘Felsefe çavikeka reş a ar e ku hemû tiştan reş û hêwilnak nîşan dide. Lê îman jî ew çavik e ku hemû tiştî spehî, zelal û nûranî nîşan dide.’

Mele Seîdê Kurdî

http://www.felsefevan.org/derheqe-felsefeye-de-ramanen-mele-seide-kurdi.html
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Zanyarî ji bo pêzanîna xwezayê, anîna zîman ya heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarker, vejîyîna li gor vê heqîqetê ye.

Herakleîtos
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Babeta felsefeyê a sereke ew e ku mirovan, bike xwedî edeb û terbîye.
Seneca / Feylesofê Romayî
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Armanca felsefeyê, derxistina holê ya xwezaya heyber/objeya (nesneya) ye.
Îbnî Sîna
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê û hêza aqil e.
Hegel
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Têgeh, an jî zanayiya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin.
Kant
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Felsefe, xwenaskirina mirov e.
Kindî
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) şirove kir
Danasîna Felsefeyê: Bi awayekî eşkere mirov dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê ne hatiye dayîn.
Çimku her fîlozofekî li gor xwe danasîneke dane, ku kêm zêde mirov dikare bibêje ku ev danasîn nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneka felsefeyê a ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên tune.  ...

Çavkanî: http://www.felsefevan.org/danasina-felsefeye.html
+2 deng
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
Enwer Karahan: Felsefe ew tiştên ku her kes nikaribe bibîne û nikaribe destnîşan bike, lê her kes jî karibe bi awayekî hurgilîtî lê bifikire û his bike ku bi teoriya lêhûrbûyinê ji destê afirîneran ve tê ravekirin û tê ragihandin û her mirov jî li gora xwe aqilekî jê derdixe û her weha lê hûr dibe û li ser wê mijarê diponije û li gora xwe netîceyan jê derdixe; ev dikare bi aqilekî kamil be û dikare bi şîrovekeke derîaqilan be, lê di netîceyê de yek gotin jê re heye ku navê wê felsefe ye; yanî felsefe ew tişt e ku bi destan nayê zevtkirin û bi mejî û mantiqê tê şîrovekirin.

 Çavkanî: http://www.felsefevan.org/lepirsin-felsefe-ci-ye.html
0 deng
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
Felsefe, bi awayek formel, daxwaz û hewla venasîna hebûné ye. Xebata lépirsîn, tégihîştin û şirove kirina sedem, naverok û binateyén heyîbûné ù ji vir ve jî şayişa rawestîna li ser pirs a hebûn-tunebûna wateyek bingehîn a jiyané, pédaketina wé ya sereke û jéneger e. Û di heman demé de bi hizirîna xwe ya ne dogmatîk ve ji ol, bi konsepta xwe ya heqîqaté ve ji zanistiyé vediqete.  

Qehar Kulbar

Çavkanî: http://www.felsefevan.org/lepirsin-felsefe-ci-ye.html
0 deng
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
Weke ku tê zanîn bi Yunanî felsefe “hez dikim”, “li dû diçim” û “digerim” di vê watê de tê gotin. Bi rastî jî ev e.Felsefe mirov dike nav lêgerînê, nav zanînê. Li ser gerdûniyê, li ser wateya jiyana mirov û wekî din tev de; timî mêjiyê mirov an di nav meraq û mijûliyê de dihêl e.. Yanî bi kurt û kurtasî Felsefe; hezkirina zanînê ye.

Zozan Budak

Çavkanî: http://www.felsefevan.org/lepirsin-felsefe-ci-ye.html
0 deng
29 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
Felsefe legerineke ji bo bidestxistina şert û mercen jiyaneke bi wate ye; ango fikre li ser fikre fikirIn e, nezikatiya mirovan ya li hemberI buyera, buyine bi zanebun e.

Felsefe, ew tişte ku heqiqete, sinc, hiş, Ujdan, meji, tehm, evine di nava xwe de dihewin e. Rave û şirove ye. Felsefe ew tişte ku mirov digihine kamilbunê, fikra mirov, ramanen mirov kamil dike.  

Baz Biyan

Çavkanî: http://www.felsefevan.org/lepirsin-felsefe-ci-ye.html
...