Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Yekşax ajaleke çawaye?

0 deng
135
20 Adar 2016 Di beşa Ajel de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Navê vê ajalê bi îngîlîzî çiye?
Ev ajal li ku derê dijî?
Taybetiyên wê çi ne?
Goştxwer e yan giyaxwer e?

1 bersiv

0 deng
3 Nîsan 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
EV AJAL JI HÊLA ZANISTÎ VE WISA TÊ DABEŞKIRIN:

CÎHAN: AJAL
FILÛM: STÛNPIŞTDAR
ÇÎN: GUHANDAR
KOM:YEKSIMDAR
MALBAT: YEKŞAXAN
BABET: YEKQILOÇDAR - DUQILOÇDAR
CURE: YEKŞAXA REŞ - YEKŞAXA YEKŞAXA SPÎ - YEKŞAXA SUMATRAYÊ -YEKŞAXA CAVAYÊ - YEKŞAXA HINDÎ

YEKŞAX; PIŞTÎ DEVLOKÊ MEZINTIRÎN AJALA BEJAHÎ YE.LI CÎHANÊ LI SER DU PARZEMÎNA DIJÎN:ASYA Û EFRÎQA.ÎRO PÊNÇ CURE YEKŞAX DIJÎN Û HEMÛ CURE YEKŞAX DI BIN METIRSIYÊ DE NE.SEDEMÊN SEREKE YÊN VÊ METIRSIYÊ NÊÇÎR E.YEKŞAX JI BO QILOÇÊN WAN,LI WELATÊ ÇÎNÊ JI BO BIKARANÎNA WEKÎ DERMAN Û LI WELATÊ YEMENÊ JI BO KIRINA DOXA XENÇERA TÊNE KUŞTIN.

CUREYÊN YEKŞAXA HINDÎ Û YEKŞAXA CAVAYÊ LÊZIMÊN HEV IN.HER DU CURE YEKŞAX JÎ YEKQILOÇDAR IN.
CUREYÊN YEKŞAXA REŞ, YEKŞAXA SPÎ Û YEKŞAXA SUMATRAYÊ JÎ LÊZIMÊN HEV IN.EV CURE YEKŞAX JÎ DUQILOÇDAR IN.
...