Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Komkujiya Geliyê Zîlan çiye?

0 deng
42
20 Adar 2016 Di beşa Dîrok de Hevzayendbaz (13,760 nirx) pirsî
Li ku derê pêk hat?
Ji aliyê kê ve hate kirin?
Çend kes hatin kuştin?
Bi çi hincetê hate pêkanîn?

1 bersiv

0 deng
28 Tebax 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
Dîrok: 13 Tîrmeh 1930
Cih: Ercîş/Parêzgeha Wanê, Patnos/Parêzgeha Agiriyê
Bûyer: Komkujiya Geliyê Zîlan

Dûgela tirk a dagirker ji beja û asman kete bakurê Kurdistanê û li Geliyê Zîlan tevger destpê kir. Gundên derdora geliyî hemû şewitandin. Bi balafirên şerî hemû dever hate bombebarankirin. 80 balafir tevlî tevgerê bûn. Li gorî nûçeya Rojnameya Cumhurîyetê ku wê demê çapemeniya dûgelê bû, li herêmê gundên nehatine şewitandin nemane. Kurdên ji gund, şarûçke û şaran reviyan Geliyê Zîlan ji xwe re kirin penageh. Artêşa tirk bi deh hezaran leşkeran têket Geliyê Zîlan û nîjadkujî (genocide) destpê kir. Leşker ji pitikan ta pîran hemû kurd kuştin. Rojnemaya Cumhuriyetê din nûçeya xwe de komkujî wekî lehengî nîşan dida. Rojnameyê sernûçeyên nîjadperest diavêtaqijî destpê kir; Geliyê Zîlan ta devê xwe bi terman tijî bû.
Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de zêdetirî 15.000 kurd hatin kuştin. Li gorî guvahên komkujiyê (hin leşker hin şarwer) leşkeran tevtûşî li termên qîz û jinên kurd ên ciwan dikirin. Leşkerekî dîtiye ku li gundekî leşkerekî jineke ducanî ya kurd li darê girê daye û piştre jî zikê wê qelaştiye.
Fermandaran ji leşkeran re digotin:Ku gundên neşewitî bimînin ez ê we bikujim.
Piştî komkujiyê di sala 1950 de di bin navê "herêma qedexe" dest danît ser 12 gundên kurdan û tirkên qirgiz tê de bicih kirin.
...