Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Armanca PKK'ê Çi Ye ?

+1 deng
42
18 Adar 2016 Di beşa Siyaset de Xortê Kurdistanî (1,780 nirx) pirsî

2 Bersiv

0 deng
23 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
Bi belavkirina hişmendiya civakparêz (sosyalist) û wekhevîparêz ve avakirina biratiya gelan û Kurdistana azad.Bi vê yekê beriya rizgariya Kurdistanê pêkanîna hin şoreşên din bingehîn e.Bi diruşma "şoreş di hundirê şoreşê" ve geşekirina hişmendiya wekhevîyazayendîparêz,azadiya jinê, azadiya bepêbûniyên zayendî yên cuda, azadiya çand û zimanên cuda, xwedîderketina çanda û zimanê xwe, parastina hawîrdorê yanî rizgariya hemû beşên civakê û cîhana jîndar; hîm e.Hin partî û kesatiyên kurdî helwest û polîtîkayên wê wekî çewt dinirxînin lê ez wisa dihizirim ku ew rastiyên cudabûna rewşên parçeyên Kurdistanê, mezinbûna rûber û gelheya Bakur,dijwariya rêxistinkirina gelheyên mezin... piştguh dikin.
Bi sedan salan bi taybet li Bakur têkoşînek xurt ji bo doza kurd da û bi hezaran şervan di nava refên wê pakrewan ketin ser sînga axa Kurdistana pîroz.Gelek desthilatan ji bo tunekirina wê hewlên mezin dan lê bi ser neketin.Ji bo azadkirina Kurdistanê hêj têdikoşe û ciwanên kurd tevlî refên wê dibin...
0 deng
24 Adar 2016 ريدوان خليل (3,560 nirx) bersiv da
Ya rast hê tu kesî armanca pkk femnekiriye.

Revebir, leşker, dildar û hezkiriyên we cûda difikirin lê wek ku wekhev difikirin xwuyadikin...

min ev tişt gotin, lê ya rast hê min jî fem nekiriye armanca pkk çiye?

Ez dîse dipirsin gelo armanca pkk çiye?
...