Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Federasyona Rojava çi ye?

0 deng
62
17 Adar 2016 Di beşa Siyaset de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Federasyona Rojava çi ye?
Federasyona Rojava ya Îro hatî ragihandin ( 17 Adar 2016) ser çi bingeh û armancê ava bûye? Rêk û rêbazên xwe çi ne?
Federasyona Rojava Kêfxweşiyeka çawan bi Kurdan re çêkir

1 bersiv

+1 deng
19 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
19 Adar 2016 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş
Ev danebihîziya ji bo dîroka kurd û Kurdistanê xala werçerxeke girîng e.Federalî ji xweseriyê bêhtir rayeyan dide pêkhateyê û asta wê li hemberî hikûmeta navendî bilindtir dike. Herêmên dewletên federal xwedî hêzên xweparastinê, makezagona xwe,ala xwe, hikûmeta xwe, serbajara xwe,tixûbên xwe... ne.Dê êdî kurdên Rojava bi ziman, çand, reveberiya xwe azadtir bijîn.Ev nîşan dide ku kurd êdî hay ji hêza xwe, weyna xwe û cihê xwe di nava civaka navneteweyî de dizane; li ser vê zanebûnê bi hişmendî ji bo mafên netewî gavên girîng û pêwîst davêje.Jixwe kurdan di vê dema xeternak de hewla xwe bo pêkvejiyanê ragihandin û helwesta xwe ya di rewşa nasnekirinê de jî wekî "danebihîziya serxwebûnê" pênase kirin.Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê biqede dê kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, hêzên xwe yên ewlehiyê damezrînin,bi çanda xwe tevbigerin,bi birayên xwe yên parçeyên din bi hêsanî tekiliyên xurttir û şênbertir bavêjin û ji bo wan jî bibin hêmayek hêviya Kurdistana azad...
...