Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Bikarhêner Hevzayendbaz çima wilo pirsan (pirsên kî ye) dipirse? Ma ev ne bes e?

0 deng
39
17 Adar 2016 Di beşa Serbest de brahim nûjen (600 nirx) pirsî

2 Bersiv

+1 deng
17 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
19 Adar 2016 Hevzayendbaz rastkir
ÇIMA TU EW QASÎ ACIZ BÛYÎ? TU NE NEÇAR Î KU BERSIV BIDE PIRSAN, JI VÊ HÊLÊ VE EWLE BE.PIRS HER NE JI BO HÎNBÛNÊ HIN CARAN JI BO HÎNKIRINÊ JÎ TÊ PIRSÎN.SPAS JI BERSIVAN
18 Adar 2016 brahim nûjen (600 nirx) şirove kir
Nexêr, ez jê aciz nebûm. Helbet tu bi serê xwe yî da ku binivîsî. Lê, wekî tu jî dibînî te ew qas pirs pirsîne, tu kesî bersiv nedaye. Her tim te pirsên kurt (kî ye) pirsîne. Tabî pașê ez pê hesiyam ku ji bo nirxandinê diyarî heye. Biborîne, tu çi qas dixwazî ew qas binivîse. Serkeftin.
18 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) şirove kir
Haya min jê tunebû.Tu aciz nebû lê belê ev pêşdarazî min gelekî aciz dikin êdî.
0 deng
17 Adar 2016 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
19 Adar 2016 Hertişt rastkir
Li gorî hejmara Kurdan û dewlemendiya zimanê Kurdî û valatiya mezin ya çavkaniyên Kurdî hejmara beşdar,pirs û bersiva ne pire. Her beşdarek karibe nêzîkî 500 pirsî bipirse dê çavkaniyeka mezin û giring ya torê bo Kurdan çêbibe. Pirskirin jî biqasî bersivê giringe.
Ji xwe "nirx"ên kê bêhtirbin hetanî şeva Newrozê em pirtukekê jêre rêdikin.
Ev çalekiya me ya pirtuka her 4 meha carê em dê pêk bînin.
18 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) şirove kir
Qet haya min ji dana diyariyê tunebû.Ez niha hîn bûm.Çend roj berê min ev malper vedît û bûme endamê wê.Heta ji destên min hat hewl dame ku bersivan bidim birayên xwe yên kurd.Mijara diyariyê jî tiştekî xweş e ku bi boneya Cejna Newrozê hatiye çêkirin.
19 Adar 2016 Hertişt (24,500 nirx) şirove kir
Bêguman mijara diyariyê piştî beşdarbûna we destpê kir. Ew jî me nû biryar girt. Sipas bo beşdarbûna we. Dê herkes ji pirsên we û bersivên we sûdeka baş werbigre. Her pirs di nava çend rojan de di google de cihê xwe digre. Bo vê boneyê her tiştê di vê malperê de bête nivîsîn bo Kurdên bi Kurdî digerin dê bibe çavkaniyeka hêja.

Dest xweş
...